Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin

Bi sedan şêniyên Til Birak û Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Beşîr Xeşan li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Beşîr Xeşan li Til Hemîsê hat veşartin
15 nîsan, 2019   15:41
QAMIŞLO

Şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweprasatinê Beşîr Xeşan ê ku li Dêrazorê di kemîna şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû, ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Til Hemîsê ve ketin rê.

Cenazeyê şehîd li goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Paşê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Fermendarê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Ibrahîm axivî û destnîşan kir ku şehîd Beşîr Xeşan dema li ser erka xwe bû di encama kemîna şaneyên veşartî de yên çeteyên DAIŞ`ê şehîd bû û got: "Ew şaneyên veşartî newêrek in, mîna şevşevokan bi roj xwe vedişêrin û bi şev kiryarên xwe yên qirêj dikin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Îdan El-Efînî jî axivî û diyar kir ku li gelê herêma Cizîrê hema bêje rojane şehîdan oxir dikin û got: "Îro em şehîd Beşîr Xeşan ê ku ji bo jiyaneke azad û bi rumet şehîd ket oxir dikin."

Bi navê malbata şehîd Beşîr Xeşan şêxê êla El-Bûleyl Welîd El-Xefo got: "Bi serbilindî em îro şehîd Beşîr Xeşan oxir dikin. Xeşan li dû xwe 4 keç hiştin. Em ê li pey wan terorîstan bin. Di dirêjahiya 8 salan de me gelek êş û zehmetî kişandin û me gelek sivîl û leşker winda kirin."

Piştî axaftinan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî nasnameya şehadetê ya şehîd Beşîr Xeşan xwend û radestî malbata wî kir. Girseya gel cenazeyê Beşîr Xeşan li Goristana Şehîdan a Til Hemsê veşartin

(şx)

ANHA