Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin

Li navçeya Eyn Îsa Tevgera Civaka Demokratîk bi mersîmekê navenda Komîteya Kedkaran vekir.

Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
Li Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hat vekirin
14 nîsan, 2019   12:50
GIRÊ SPÎ

Li navçeya Eyn Îsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi merasîmekê navenda Komîteya Kedkaran vekir. Hevseroka Kar û Barên Civakî Bêrîvan Hesen, cîgirên serokatiyê Behyedîn Elî û Sultane Hisên, nûnerên TEV-DEM`ê, nûnerên Komîteya Kedkaran a Herêma Firatê û endamên komîte û saziyên navçeya Eyn Îsa beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Di merasîma vekirina navendê  de hevserokê Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsa Salih Xidir, hevseroka Meclisa TEV-DEM`ê li kantona Kobanê Şêrîn Osman û hevseroka Komîteya Kedkaran a herêma Firatê Jiyan Derwîş axivîn.

Di axaftinan de vekirina navenda Komîteya Kedkaran li navçeya Eyn Îsayê hate pîrozkirin û hat destnîşankirin ku komîte mafên kedkaran mîsoger dike. Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê malbatên şehîdan ve hat vekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Kobanê, Girê Spî û Sirînê li navçeya Eyn Îsa navenda Komîteya Kedkaran hate vekirin. Erka komîteyê ew e ku karê karkeran bi rêxistin bike û parastina mafên wan bike.

(bx)

ANHA