Baranên îsal sûd da xwediyên sewalan

Îsal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baranek zêde barî. Baranê her çendî zirar dabin herêmê, ew qas jî feyde li çêreyê kir, bi taybet jî herêma Firatê. Ji ber wê çêrgehên pez peyda bûn û xwediyên wan hejmara pez zêde kirin.

Baranên îsal sûd da xwediyên sewalan
Baranên îsal sûd da xwediyên sewalan
Baranên îsal sûd da xwediyên sewalan
Baranên îsal sûd da xwediyên sewalan
14 nîsan, 2019   09:21
TEBQA

Ji ber baranên vê dawiyê û nermahiyê, qadên hişinahî (keskahî) li herêmê zêde bûn. Bi peydabûna çêrgehan li her du gundewarên rojhilat û bakurê herêma Tebqayê re, xwediyên sewalan hejmara sewalên xwe zêde kirin. Hejmarên sewalan li Tebqayê gihişt nêzî 550 hezar serî.

Hevserokê Komîteya Aborî yê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Ehmed El-Silêman ji ajansa me re destnîşan kir ku rewşên hewayê û xwezayî rolek mezin di pêşketina warê aborî ya sewalkariyê de lîstiye. El- Silêman got: “Rewêş hawayê yên ku li herêmê rû dane rolek çalak di tevgera bazirganiya sewalan de lîst. Ji ber rewşa hawayê êmê xwezayî peyda bû û êdî pêwîstî nema ku xwediyên sewalan êm ji bazirganan bikirin. Bazirganên di sala borî de nirxên êm bi kar anîn û buha kirin, bûn sedema di warê sewalkariyê de hilberîn paşde biçe.”

Li gorî serjimariya Buroya Sewalkariyê ya Gerînendeya Çandiniyê, hejmara sewalan li herêmê dighêje zêdetirî 550 hezar serî (mih, bizin, çêl, hêştir û mirîşk).

Di sala derbasbûyî de ji ber kêm barîna baranê, qadên  hişinahî kêm bûn û êmê sewalan buha bû. Ji ber wê warê sewalkariyê li herêmê bi awayekî ber bi çav paşde çû. Gelek xwediyên sewalan neçar man sewalên xwe bi nirxên erzan bifroşin.

El-Silêman got: “Gerînendeya Çandiniyê ya Komîteya Aborî dê hewl bide miqdara herî zêde ji êmê sewalan depo bike da ku di demên pêşde jê sûd bigire. Da ku ji xwediyên sewalan re bi buhayên guncew êm peyda bikin.”

(şx)

ANHA