Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê û çandina daran li herêma Bişamon a Lubnanê hate pîrozkkirin.

Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Lubnanê 4‘ê Nîsanê hate pîrozkirin
7 nîsan, 2019   19:59
BEYRÛT

Şahî Ii kolana Medaris a herêma Bişamon hat lidarxistin. Bi sedan kurdên li Lubnanê û dostê wê beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê bi navê nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Lubnanê Ebdulselam Ehmed, bi navê TEV-DEM Îbarhîm Hesen û bi navê Kongreya Star Fîdan Seydo axivîn. Di axaftinan de rojbûna Rêberê Gelê Kurd li gelê Kurd, gelê azadîxwaz û malbatên şehîdan hate pîrozkirin û Ocalan bi pexemberî aştî û azadiyê bi nav kirin.

Kesên axivîn berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê pîroz kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku tecrîda li dijî Ocalan rake û jiyana çalakgerên înqaz bikin.

Paşê koma Welatê Rojê ya stranan, Koma Şehîd Îlan û Koma Şehîd Bêrîtan dîlan û stran pêşkêş kirin.

Di dawiya şahiyê de dar hatin çandin.

ANHA