Li Efrînê teqînek mezin pêk hat

Li kolana Vêlat a bajarê Efrînê teqînek mezin rû da, tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Efrînê teqînek mezin pêk hat
7 nîsan, 2019   18:35
EFRÎN

Çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ji ANHA‘yê re diyar kir ku li kolana Vêlat a navenda bajarê Efrînê teqîneke mezin rû da, erebeyên ambulansê berê xwe dane cihê teqînê.

Hate ragihandin ku kuştî û birîndar hene.

Li aliyekî din jî hate ragihandin ku li bajêr di navbera çeteyên El-Cebeha El-Şamiya û El-Cebha El-Şerqiya şer diqewime.

ANHA