Meclîsa Rêveber du rêzikname û pêşnume erê kirin

Di civîna asayî ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rêzikanemaya buryên Ragihandin û Têkiliyên Derve, her wiha du pêşnumeyên Meclisa Rêveber hatin erêkirin.

Meclîsa Rêveber du rêzikname û pêşnume erê kirin
Meclîsa Rêveber du rêzikname û pêşnume erê kirin
Meclîsa Rêveber du rêzikname û pêşnume erê kirin
Meclîsa Rêveber du rêzikname û pêşnume erê kirin
7 nîsan, 2019   15:25
EYN ÎSA

Meclisa Giştî ya Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayî li dar xist. Hevserokên Rêveberiya Xweser Ferîd Etê û Sîham Qeryo û cîgirên wan, hevserokên Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid û Ebd Hamid El-Mihbaş û piraniya endamên Meclisa Giştî di civînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Meclisa Rêveber du pêşniyar pêşkêş kirin, Emîna Osê li şûna Rohilat Arif wekî cîgîra Hevserokatiya Meclisa Rêveber were erekedarkirin, ji ber ku Rohilat Arif ji ber sedemên tenduristiyê xwe îstîfa kir, pêşniyara din navê Buroya Têkiliyên Derve bi Girînendeya Têkiliyên Derve were guhertin.

Piştî nîqaşên li ser herdu pêşniyaran, endamên Meclîsa Giştî herdu pêşniyar erê kirin. Emîna Osê piştî sondxwarinê erka xwe wergirt.

Di berdewama civînê de rêziknameyên Buroya  Ragihandinê û Girînendeya Têkiliyên Derve ji aliyê endamê Dîwana Meclisa Giştî Yasir Silêman ve hate xwendin. Piştî nîqaşan herdu rêzikname ji aliyê Meclisa Giştî ve hatin erêkirin

Bi vê yekê rêziknameyên hemû desteyên Meclisa Rêveber hatin erêkirin.

ANHA