Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin

Ji bo şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed El-Ebdullah û Elî Remezan ên ku di 4‘ê Nîsanê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bibûn, sersaxî hate xwestin.

Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
Ji bo şehîd Ehmed û Elî sersaxî hate xwestin
7 nîsan, 2019   14:53
QAMIŞLO

Konê sersaxiyê yê herdu şehîdan li navçeya Til Birak a kantona Qamişlo hate vendan. Kon bi wêneyê herdu şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD, Hêzên Erka Xweparastinê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birak, endamên saziyên sivîl, şaneyek ji Hêzên Erka Xweparastinê, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên partiyên siyasî serdana kon kirin û sersaxî xwestin.

Di bin kon de deqeyeke rêz hate girtin, piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer Weed Ilêwî, bi navê Hêzên Erka Xweparastinê fermandar Feysel Qamişlo û bi navê Kongreya Star endama rêveber Sacîda El-Elî axivîn.

Di axafinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin, gelê herêmê li derdora yekîneyên xwe kom bûn, li hemberî êrîşan bûne mertan û DAIŞ têk birin.

Kesên axivîn, bang li şêniyan kirin ku xwedî li şehîdan derkeftin û nirxên şoreşê û destkeftiyan wî biparêzin.

Xwişka şehîd Elî Remedan, Fatima Remedan axivî û ji malbata xwe muxabet girt "Bi birayê min Elî serbilind bin ku ji bo parastina welat û rûmete canê xwe feda kir. Em ê heta dawiyê xeka şehîdan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Cenzayê şehîd Elî Remedan ji ber lehiyê hîna nehatiye veşartin, tê payîn ku dê sibe Duşemê li Goristana Şehîdan a bajarê Hesekê were veşartin.

ANHA