Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir

Salvegera yekemîn a damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li bajarê Tebqayê hat pîrozkirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê salvegera xwe pîroz kir
7 nîsan, 2019   15:55
TEBQA

Pîrozbahî li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna endamên Partiya Pêşerojê ya şaxê Tebayê û nûnerê partiyê yê  parêzgeha Siwedayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Şahî bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre alîkarê Sekretêra Giştî yê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm El-Ferc axivî, serkeftina QSD‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û anî ziman ku ev serkeftinê dê nexşeya siyasî ya herêmê biguhere. El-Ferec got, armanca partiyê Sûriyek demokraîk û yekbûyî ava bibe.

Piştre, Koma Zarokan a navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi navê "Berketa Cizîrê" pêşkêş kir.

Di pîrozbahiyê de cîgira serokê Buroya Tebqa ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semra El-Hesen jî axivî û anî ziman ku partî dê ji bo avakirina Sûriyeke ne navendî û demokratîk xebatên xwe zêde bike.

Serokê Buroya Siwêda ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Semîr Ezam axivî, salvegera damezrandian partiyê pîroz kir û got, bi hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyê dê serkeftin bêne bidestxistin.

Di dawiya pîrozbahiyê de, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Tebqayê Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê xelat kirin.

ANHA