Çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin hedef

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundê Kirêdî yê bajarê Babê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhîc bi çekên giran topbaran kir.

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê kirin hedef
6 nîsan, 2019   18:13
MINBIC

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku çeteyên "Mertala Firatê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Kirêdî bi çekên giran nuqteyên Mecilsa Leşkerî ya Babê yên li gundê Biwêhîc ê rojhilatê bajarê Babê topbaran dike.

Der barê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.

ANHA