Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî

Meclisa Malbatên Şehîdan bi boneya têkçûna DAIŞ`ê şahiyek ji malbatên şehîdan re li dar xist.

Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
Li Minbicê ji bo zarokên şehîdan şahî
6 nîsan, 2019   14:38
MINBIC

Şahî li hola El-Beraêm a bajêr hat lidarxistin. Cihê şahiyê bi alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin. Bi sedan malbatên şehîdan, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Nûjen û Demokratîk û Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê tevlî şahiyê bûn.

Di şahiyê de, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Nezîfa Xelo axivî, serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li malbatên şehîdan pîroz kir û got, bavên zarokan ji ber zulm qebûl nekirin şehîd bûn.

Nezîfa destnîşan kir ku bi saya ked û xwîna şehîdan herêmên Bakur û Rojhiltaê Sûriyê ji terorê rizgar bûn û ewlehî û aştî pêk hat.

Paşê zarokên bi navî Sîracedîn El-Abo û Tacedîn El-Abo yên ji Babê, Hazar keça şehîd Xelîl Hesen helbestên şoreşgerî xwendin.

Di berdewama şahiyê de bi navê zarokên şehîdan kurê şehîd Ednan Ebû Emced, Emced Hemdiye axivî û spasiya Meclisa Malbatên Şehîdan li ser ked û hewldanan wê ji bo xizmeta zarokên şehîdan kir.

Her wiha Koma El-Mehbe ya stranan, koma Minbic a dîlanan folklorî, Koma Şehîd Botan a Tirkman a dîlanan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî û şêranî li zarokên şehîdan belav kirin.

(şx)

ANHA