Êlekzer amadekariyên xwepêşandên nû dikin

Tevgera Êlekzeran amedekariyan dikin ku îro li paytexta Fransa Parîsê û hindek bajarên din ên welat xwepêşandanan li dar bixin.

Êlekzer amadekariyên xwepêşandên nû dikin
6 nîsan, 2019   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya radyoya Fransayê ya navdewletî  RFI destnîşan kir ku tê payîn xwepêşandanên toreya  21`an ên li dijî hikumetê ji aliyê Êlekzeran ve were lidarxistin.

Di dawiya hefteya derbasbûyî de 33 hezar û 700 kes beşdarî xwepêşandan bûn. Ji wan 4 hezar li Parîsê bûn lê xwepêşandêran got hejmar bi 3 caran zêdetir bû.

Xwepêşandan di meha xwe ya 5`emîn de ne

Li gorî malpera radyoyê xwepêşandêr dê li hemû bajaran li nuqteyên cuda kom bibin. Yek ji wan dê ji Meydana Komarê li bakurê rojava li ber bi taxa Ladifins, yek jî ji aliyê başûrê bajêr, yek jî stasyona Montbaranas ber bi bakurê Parîsê ve dest pê bikin.

Bajarok û bajarên din ku xwepêşandan lê hatin ragihandin ev in: Rouen, Lyon, Dijon, Nice, Nantes, Montpellier, Bordeaux û Toulouse.

Ji aliyekî din ve jî, di hefteya pêş de serokwezîrê Fransayê Edouard Philippe dê nîqaşa mezin bi dawî bike û dê li ser her du meclisên parlementoyê (Komeleya Wetenî ya Meclisa Parlamenter û Kongre) pêşkêş bike. Tê payîn ku serokê Fransayê Emmanuel Macron têkildarî nîqaşan di nîvê meha Nîsanê de daxuyaniyekê bide.

(bx)