DYA, Fransa û Birîtanyayê hişyarî dan Esed

DYA, Fransa û Birîtanyayê îro bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku heger rejîma Esed carek din çekên kîmyewî bi kar bîne ew amade ne tedbîrên pêwîst bi lez bigirin.

DYA, Fransa û Birîtanyayê hişyarî dan Esed
5 nîsan, 2019   17:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên derve yê DYA Mike Pompeo, yê Birîtanyayê Jeremy Hunt û yê Fransayê Jean-Yves Laudrian têkilarî salvegera duyemîn a êrîşên kîmyewî li ser Xan Şêxên û Dûmayê daxuyaniyek hevpar dan. Wezîran gotin: “Em Esed hişyar dikin. Eger carek din çekên kîmyewî ji aliyê rêjîma Esed ve werin bi karanîn em ê bersivek xurt bidin.”

Li gorî daxuyaniyê "Nayê înkarkirin ku Rejîmê li dijî gel çekên kîmyewî bi kar anî ye.”

Her wiha hate gotin "Dewletên berpirsyar dê sîstema qedexekirina çêkên kîmyewî xurt bikin û dê kesên ku çekên kîmyewî bi kar tînin an jî diparêzin bê ceza nehêlin."

Di daxuyayê de hate diyarkirin ku aloziya Sûriyê bêyî xeta siyasî û mûzakereyan dê çareser nabe û serokê rejîma Sûriyê Esed ji bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê dîsa hişyar kirin.