Artêşê Lîbyayê Gharyan xiste bin serweriya xwe 

Hêzên artêşa Lîbyayê  bajarê  Gharyan ku dikeve başûrê rojavayê Tripolislê xistin bin serweriya xwe. NY`yê bi fikar e ku şer di navbera hêzên artêşa Lîbyayê  û Hêzên El-Xerib ên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a Niştimanî derkeve.

Artêşê Lîbyayê Gharyan xiste bin serweriya xwe 
4 nîsan, 2019   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sputnik berdevkê fermî yê bi navê Serokatiya Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Lîbyayê  Ehmed El-Mismarî got Hêzên Artêşa El-Wetenî gihaştin bajarê Gharyan ku dikeve başûrê rojavayê paytexta Tripolisê û şêniyên bajêr  ew pêşwaziyê dikin.  

 Têkildarî mijarê Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres, piştî ku artêşa Lîbyayê, da ku komên terrorist têk bibe ber bi rojava ve çûn,  metirsiya xwe der barê rûdana şer di navbera Hêzên Artêşa Lîbyayê  ya bi serkêşiya Xelîfa Hefter û Hêzên El-Xerib ên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a Niştimanî de anî ziman.

Her wiha hikumeta El-Wîfaq a Niştimanî ku hemû dewlet itîrafê pê dikin, piştî ku Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku ew ê ber bi rojava ve biçin, seferberî îlan kir.

(eh)