`4`ê Nîsanê rojbûna şoreşa jinê ye`

Jinên kantonên Efrîn û Şehbayê yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, roja 4`ê Nîsanê wek rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê wesifandin. û wiha gotin: “Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo derfeta pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn, tecrîdê bi dawî bikin û Ocalan ji girtîgeha Imraliyê azad bikin.”

`4`ê Nîsanê rojbûna şoreşa jinê ye`
4 nîsan, 2019   08:32
ŞEHBA-FÎDAN ABDULLAH

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsana 1949’an li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê li Bakurê Kurdistanê ji dayî bûye. Jinên kantonên Şehba û Efrînê yên ku bi Ocalan re rûniştine ji ajansa me re axivîn. Jinan destnîşan kirin ku rojbûna Ocalan rojbûna şoreşa jinê û azadiya wê ye.

Dayîka Eyşe Hecî di sala 1998`an de li bajarê Helebê di civîneka ji 350 kesan pêk dihat de bi Ocalan re rûniştiye.

Dayîka Eyşe diyar kir ku Ocalan bi 6 hevalên xwe re bi derfetên kêm û zehmetiyan li dijî pergala zordestiyê têkoşîn bilind kir bal kişand ser ku Ocalan tevî 7 hevalên xwe li gel derfetên kêm û zexta pergalên serdest dest bi têkoşînê kirin.

Dayîka Eyşe diyar kir ku wê di sala 1991`an de fikrê Ocalan nas kiriye û wiha pê de çû: “Wê demê malbat û civakê gelek astengî derdixistin pêşberî min. Malbat nedihişt ez beşdarî çalakî û civînên ku li gundê me dihatin organîzekirin bibim. Lê min hewilda û ez bi israra xwe beşdar dibûn. Min cihê xwe di belavkirina fikrê Ocalan girt.”

Dayîka Eyşe diyar kir ku fikr û felsefeya Ocalan ên azad ku tevahiya pêkhateyên di nav xwe de dihewîne, ew ji nû ve vejandin û ji gorên ku pergalên serdest çand derxistin.

Dayîka Eyşe destnîşan kir ku fikr û felsefeya Ocalan bersîva siyasetên dewletên zordest e, bi taybet tepeserkirina jinê û wiha got: “Pergala jiyana demokratîk, wekhevî, jiyana hevpar li gorî fikrê Ocalan dê li pêşiya desthilatdariya mêrdestiyê bibe bendek asê."

Dayîka Nazliyê Meimo ji şêniyên navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Dayîka Nazliyê di sala 1996`an de di civînekê de  bi tevlibûna bi sedan şêniyan bi Ocalan re rûniştiye. Dayîka Nazliyê bi bîr xist ku Ocalan wê demê behsa mafên jinê û rola wê ya mezin di avakirin û perwerdekirina civakan de dikir.

Dayîka Nazliyê destnîşan kir ku axaftin, kesayeta Ocalan a xur, têkoşîna wî ya ji bo azadiya jinê bala wê kişandiye.

Dayîka Nazliyê da zanîn ku ji ber gelek bi kesayeta Ocalan  bandor bûye soza mezinkirina têkoşînê daye û got: "Wê demê ez zarokek biçûk hebû. Ji wê demê ve min hewl da ez wê tevlî refên şoreşê bikim. Dema keça min mezin bû, bû şervan û ji bo azadiya gelan şehîd bû."

Dayîka Nazliyê 4`ê Nîsanê wek roja rojbûna şoreşa jinê wesifand. Nazliyê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku derfetekê bidin Rojhilata Navîn ku aştî lê çêbe, ew jî bi rêya azadiya Ocalan pêk bê.

(şx)

ANHA