Cezayîr: Boteflîqa beriya 28‘ê Nîsanê  îstîfa dike

Serokatiya Komara Cezayîrê daxuyanî da û got, Serokê Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqa dê beriya 28‘ê Nîsan, an ku beriya serdema desthiltadariya wî bi dawî bibe, îstîfa dike.

Cezayîr: Boteflîqa beriya 28‘ê Nîsanê  îstîfa dike
1 nîsan, 2019   17:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdema 4‘emîn a serokatiyê ya serokê Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqa 28‘ê Nîsanê bi dawî dibe. Gelê Cezayîrê li dijî bernamzetiya wî ya ji bo serokatiya 5‘emîn di nava xwepêşandanan de ne.

Serokatiya Cezayîrê îro daxuyanî da û got: "Boteflîqa di dema veguhestinê ya piştî îstîfaya xwe de dê biryarên girîng bide."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, merheleya demkî ya veguhestinê dê di dîroka îstîfaya Boteflîqayê dest pê bike.

12 sendiqeyên Cezayîrê avakirina hikûmeta nû red kirin û biryar girtin di 10‘ê Nîsanê de bikevin grevê.

Li aliyekî din jî Konfederaliya Sendîqeyên Serbixwe ya Cezayîrê di civîna xwe ya ku îro li paytexa Cezayîrê li dar xistibûn de banga dewamkirina çalakiyan li dijî bernamzetiya Boteflîqayê kir. Sendîqeyan her wiha biryara Boteflîqya ya 14‘ê Adarê û hikumeta nû ya ku roja Yekşemê hat avakirin red kir