Şandeyek ji Kongreya Star serdana kampa Holê kir

Duh şandeyek ji Kongreya Star serdana kampa penaberan a li navçeya Holê kir da ku rewşa koçberan, bi taybet rewşa jinên DAIŞ’ê bişopîne.

Şandeyek ji Kongreya Star serdana kampa Holê kir
Şandeyek ji Kongreya Star serdana kampa Holê kir
Şandeyek ji Kongreya Star serdana kampa Holê kir
1 nîsan, 2019   08:34
HESEKÊ

Bi armanca şopandina rewşa koçber û penaberan li kampa Holê, bi taybet jinên DAIŞ’ê piştî radestkirina hejmarek mezin ji wan tevî zarokan ji QSD’ê re, duh şandeyek ji Kongreya Star serdana kampê ya li Hesekê kir.

Şande ji rêveberiyên Koordînasyona Kongreya Star Evîn Başo, Şêrîn Oso û Rêcîn Salih pêk dihat.

Şande ji aliyê hevseroka rêveberiya kampên li kantona Hesekê Macîda Emîn û rêveberiya kampa Holê Hemrîn Hesen ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de nîqaş li ser rewşên koçber û penaberan li kampê û astengiyên ku rêveberiya kampê li hember hejmara zêde ya ji penaberan dikişîne, bi taybet piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û çûna malbatên çeteyan li kampê, hate kirin.

Der barê armanca serdanê de rêveberiya Koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso ji ajansa me ANHA’yê re wiha axivî: "Bi armanca şopandina rewşên koçberan, bi taybet jinên DAIŞ’ê yên ku bi salane di bin serweriya zîhniyeta merdestiyê de jiyane û paşguhkirina rol û girîngiya jinan di civakê de, me serdana kampê kir."

Şêrîn îşaret pê kir ku wan wek Kongreya Star dîtin ku zanebûna jinan erka wan e ku çi jinên DAIŞ’ê dibin û yan jî yên dîtir dibin da ku wan veguhrînin xwezaya xwe, ji lewre wan xwest ku jinan, taybetiyên fikrên wan û bertekên wan der barê kesên din de jî binasin.

Li gorî rêveberiya Koordînasiyona Kongreya Star a kantona Hesekê Şêrîn Oso daye zanîn ku dê Kongreya Star semîneran der barê zanebûna jinan de bide.

(fr)

ANHA