Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin

Şêniyên navçeya Til Birak sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rakan El-Zabo re yê ku di 28‘ê Adarê de şehîd bibû, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rakan re hate xwestin
31 adar, 2019   16:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak a kantona Qamişlo û endamên Hêzên Ewelkariya Hundirîn berê xwe dan konê sersaxiyê yê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rakan El-Zabo ku li ber mala wî ya navçeya Til Birak hatibû venda.

Di bin kon de merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birak, endama meclisê Weed El-Ilêwî, bi navê QSD‘ê fermandar Elî  Şedadê, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Hemîsê Abdullah El-Herîs, bi navê êla Cibûr, Tirkî El-Mendîl û hevserokê meclisa navçeya Til Birakê Muteg El-Hesir axivîn.

Kesên axivîn, sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin.

Qisekaran gotin, "Şehîd pêşengên gel ên manewî ne û mişeleya azadiyê ne".

Yek ji şervanên QSD‘ê helbstek li ser şervan û şehîdan xwend.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA