Li Qamişlo serkeftina QSD’ê bi şahiyek heybet hat pîrozkirin

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyan, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweprastinê, pîrzobahiya serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Li Qamişlo serkeftina QSD’ê bi şahiyek heybet hat pîrozkirin
Li Qamişlo serkeftina QSD’ê bi şahiyek heybet hat pîrozkirin
Li Qamişlo serkeftina QSD’ê bi şahiyek heybet hat pîrozkirin
28 adar, 2019   14:57
QAMIŞLO

Îro li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi hezaran şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê û şêniyên bajêr serkeftina QSD‘ê hate pîrozkirin. Ji bo parastinê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîkê, Hawarê, Heyva Sor a Kurd amade bûn. Pîrozbahî bi dirûşmeya "Me biryar da û em bi ser ketin" hate lidarxistin.

Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşer Leyla Guven, alên YPG, YPJ û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hate xemilandin.

Şahî bi turaneke leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ’ê ve tevî mûzîka Koma Nihasîyê dest pê kir. Her wiha şervan piştî wê li qadê geriyan û alên xwe berz dan.

Şahî bi stranên Koma Amara, Koma Şehba û Koma Botan û gerandina xelekên govendana bi dawî bû, li gel wê diruşmên rizgarkirina Efrînê û rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevaniya çalakgerên grevên birçûbînê hatin berzkirin.

(fr)

ANHA