Cenazeyê şehîd Ugur Şakar wê 26’ê Adarê were veşartin

Cenazeyê Ugur Şakar ê 20’ê Sibatê li dijî tecrîda li ser Ocalan û zexetên dewleta Elman ên li ser Kurdan xwe şewitandibû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin vê sibehê şehîd bû, wê 26’ê Adarê li Neûssê bê veşartin.

Cenazeyê şehîd Ugur Şakar wê 26’ê Adarê were veşartin
22 adar, 2019   20:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî agahiya şehîdbûna Şakar hate bihîstin û şûnde Kurdistanî û saziyên Kurdî berê xwe dan pêşiya nexweşxaneya ku Şakar lê dihate dermankirin.

Endamên Meclîsa Gel ragihandin ku wê Newroza sibe li bajarê Frankfûr a Elmanyayê bê lidarxistin diyarî ÛUgur Şakar bikin, bang kirin ku bi girseyî tevlî merasîma cenazeyê Ugur Şakar ku wê 26’ê Adarê saet 13:00’an li Neûssê bê veşartin bibin.