YE desthilatdariya Îsraîlê ya li ser Colanê red dike

Yekitiya Ewropayê ji bo desthilatdariya Îsraîlê ya li ser Colanê ya Sûriyê, red kir ku bersivê bide serokê DYA’yê Donald Trump.

YE desthilatdariya Îsraîlê ya li ser Colanê red dike
22 adar, 2019   13:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Yekitiya Ewropayê (YE) ji ajansa Reutersê re diyar kir ku YE li gorî zagona navdewletî bi desthilatdariya Îsraîlê ya li ser xakên dagirkirî ji Hezîrana 1967’an ve, red dike û li xwe mikur nayê û Colanê wek xaka Îsraîlê napejirîne.

Ajansa Reutersê li ser zimanê berdevka YE’yê ragihand ku helwesta YE’yê di vê derbarê de naguhere.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)  Donald Trump duh raber kir ku dem hatiye ku Washington ji bo desthilata Îsraîlê ya Colanê ya ji 1967’an ve dagir kiriye, li xwe mikur were. Di vê çarçoveyê de Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê got piştî 52 salan dem hat ku DYA desthilata Îsraîlê ya ji bo Colanê bipejirîne ku bi girîngiya xwe stratejîk navdar e.

(fr)