Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir, serlêdana parêzeran jî hat redkirin

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ku li Imraliyê ne, ji bo hevdîtinê serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê kirin.

Malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kir, serlêdana parêzeran jî hat redkirin
22 adar, 2019   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasîs Mazlûm Dînç ji bo ku biçine Imraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatên girtiyên din ên li Iımraliyê yên Hamîlî Yildirim, Oomer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî bi rêya parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin.

Serlêdana parêzeran hate redkirin

Duh parêzerên Ocalan Ibrahîm Bîlmez, Raziye Turgut, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç ji bo ku miwekîlê xwe bibînin cara 800'î serî li Serdozgeriya Komarê ya  Bûrsayê dan. Serlêdana parêzeran hat redkirin.