Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne

Li gundên herêma Koçerat di aliyê xizmetguzariyê de gavên mezin hatin avêtin. Şaredariya Xana Serê ji destpêka hatiye avakirin ve bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike.

Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
Şaredariya Xana Serê xebatên xwe didomîne
22 adar, 2019   09:17

ÎSAM ABDULLAH – NEJBÎR OSMAN / QAMIŞLO

Gundên herêma Koçerat di dema serweriya rejîmê de, di aliyê xizmetguzariyê de hatibûn paşguhkirin. Bi pêvajoya şoreşa Rojava û avakirina şaredariyan re gavên mezin di aliyê xizmetguzariyê de hatin avêtin û pêşketinên berbiçav pêk hatin.

Li herêma Koçerat 3 şaredarî hene, her şaredariyekê mecliseke xwe heye.

Şaredariya bajarokê Xana Serê ya herêma Koçeratê 3 gundan di nav xwe de dihewîne û bi derfetên kêm xizmetê pêşkêş dike. Şaredariya Xana Serê di zivistana derbasbûyî de gelek xebatên girêdayî sererastkirina pir û rêyên ku ji ber lehiyê xirab bûne, kirin. Her wiha bîrên rawestayî sererast kirin û ava vexwarinê gihand gundên Girê Zîro, Sêmalka, Kanî Pîvazê û Girkê Dijwar, her wiha xetên avê jî sererast kirin.

Ji bo projeya sererastkirina rêyan jî, ji sedî 50’yê proje pêk anî, dirêjahiya 200 metreyan rêya gundê Birûcê û dijrêjiya 350 metreyan rêya gundê Kanî Pîvazê bi kevirên hûr raxist. Her wiha kolanên bajarokê Xana Serî û rêya Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Hemze Beg qîr kir.

Şêniyê bi navê Ebdulhekîm Ehmed ê ji Xana Serî ji ajansa me re axivî û daxwaz ji şaredariyê kir ku projeyên sererastkirina rêyên giştî pêk bîne û rêyên bazirganiyê ku herêmê digihîne Deriyê Sêmalka, berfireh bike.

Ehmed spasiya şaredariyê kir û got şaredarî bi derfetên kêm xizmeteke baş pêk tîne.

Endamê Komîteya Rêveber a bajarokê Xana Serê Mihemed Beşîr Xalid jî têkildarî mijarê wiha got: "Di sala 2018‘an de me bi derfetên kêm gelek proje pêk anîn. Ji wan raxistina rêya bi kevirên hûr û qîrê bû. Pirên ku ji ber barana dijwar zerar dîtine, hatin sererastkirin. Her wiha şaredariyê ava vexwarinê gihand gundan."

Xalid li ser projeyên wan ên di demên pêş de wiha domand: "Karê me yê sereke di vê salê de, dê rêya gundê Ziyarat û Girê Zîro ku bi dehan gundan digihîne hev bi dirêjahiya 7 km were sererastkirin. Dê kolanên sereke û yên şaxî werin sererastkirin. Xebatên sererastkirinê dê meha Hezîranê  bi dawî bibin.”

Xalid anî ziman ku xebatên wan bi hevkariya komên gund têne kirin.

ANHA