Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike

Komîteya Xizmetguzarî û Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a El-Hemrat a Reqayê xebatên amadekirina Parka Hemze Xenam a li ser rêya giştî dimeşîne. Her wiha komîteyê bi hevkariya Yekîneya Avê ya El-Hemrat bi rêya sehrîcan avê digihîne gundên li çolistanê.

Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike
Şaredariya El-Hemrat avê digihîne 15 gundan û parkekê sererast dike
22 adar, 2019   08:15

REQA

Buroya Xizmetguzarî û Hawîrdorê ya Şaredariya El-Hemrat a Reqayê Parka Hemze Xenam a ku di encama kiryarên çeteyan de bi temamî wêran bûye, sererast dike. Niha şaredarî xebatên sererastkirina peyarêyan, amadekirina avreşînkekê li navenda parkê û bicihkirina daniştokan dimeşîne.

Ji aliyekî din ve şaredariyê bi koordîneya Yekîneya Avê ya El-Hemrat ava vexwarinê ji 15 gundên li çolistanê re bi rêya sehrîcan peyda dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Xizmetguzarî û Hawîrdorê ya Şaredariya Gel a El-Hemrat Ebdulezîm El-Ebûd wiha got: "Bi armanca vegerandina şînkahî û bedewiya bajarok, em Parka Hemze Xenam amade dikin. Di çend rojên pêşiya me de dê amade bibe. Girêdayî belavkirina avê, 3 hilmijên herêmê ji ber xebatên sererastkirinê rawestîne."

El-Ebûd wiha domand: "Ji bo peydakirina ava vexwarinê ji şêniyên li çolistanê û herêmên ku av nagihîjê, me sehrîc eyar kirine. Her sehrîcek têra 50 bermîl avê dike. Av ji saet 8’ê sibehê heya saet 3’yê piştî nîvro tê belavkirin. Ev xebat dê wisa berdewam bike, heya ku hilmij careke din bixebitin."

(şx)

ANHA