‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’

Jinên ji Efrînê ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn, destnîşan kir ku ew bi rihê Newrozê dê li Efrînê vegerin û tişta ku dewleta Tirk a dagirker rûxandiye, ji nû ve ava bikin.

‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
‘Tişta ku dewleta Tirk rûxandiye, em ê bi rihê Newrozê ji nû ve ava bikin’
22 adar, 2019   07:47

FÎDAN ABDULAH / ŞEHBA

Şêniyên Efrînê ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ji malên xwe derkevin, duh li kantona Şehbayê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rengê berxwedan, îrade û israra ji bo rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li jinan diyar dibû.

Jinên ji Efrînê ku beşdarî şahiya Newrozê bûbûn, ji ajansa me re axivîn. Jinan teqez kir ku bi rihê Newrozê berxwedana wan didome. Di vê çarçoveyê de jina bi navê Senaa Berekat got ew Newroza xwe di nava berdewamkirina komplo û binpêkirinên li dijî şêniyên Efrînê dûrî xaka xwe pîroz dikin. Her wiha Senaa destnîşan kir ku ev yek nayê wateya ku ew teslîmî dagirkeran bibin.

Senaa di dawiyê de wiha anî ziman: "Bi zêdekirina êrîş û komployan li dijî gelê herêmê refleksa me ya berxwedan û israrê ji bo azadî û demokrasiyê zêde dibe. Em ê berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam bikin."

Jina bi navê Xezal Ehmed jî destnîşan kir ku ew ê bi rihê Newrozê roja têkoşîn û xelaskirina ji tarîtiyê rêya berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê û tunekirina çeteyan, berdewam bikin.

Xezal tekez kir ku ji destpêka ku peykerê Kawayê Hesinkar hate rûxandin, di dilê wan de agirê hêrsê hat pêxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heta ku dagirker neyên tunekirin û em li Efrînê venegerin, agirê dilê me nayê vemirandin."

Dayika bi navê Fatma Mûsa diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên li ser Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar kir hedef û wiha pê de çû: “Ev yek tê wateya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û çanda gelên herêmê qir bikin. Em bi israr in ku em ê Efrînê rizgar bikin û tişta ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rûxandiye, ji nû ve ava bikin."

(bx)

ANHA