Li Reqayê projeya ronîkirina kolanan

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi dirûşmeya `Em ê wê ronî bikin`, projeya 8 km ji kolanên sereke dê ronî bikin. Şaredarî dixwaze di 52 rojan de tevahiya kolanên bajêr ronî bike.

Li Reqayê projeya ronîkirina kolanan
Li Reqayê projeya ronîkirina kolanan
Li Reqayê projeya ronîkirina kolanan
22 adar, 2019   07:27

REQA

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi dirûşmeya `Em ê wê ronî bikin`, projeya 8 km ji kolanên sereke dê ronî bikin. Şaredarî dixwaze di 52 rojan de tevahiya kolanên bajêr ronî bike. Di nava projeyên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel a Reqayê  de ji bo vejandina bajêr, projeya ronîkirina kolanên bajêr jî heye. Dê şaredarî bi dirêjahiya 8 km kolanên bajêr ronî bike.

Şaredarî hewl dide projeyê di 52 rojan de bi dawî bike

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel ê Reqayê Ehmed El-Brahîm ji ajansa me re got: "Ji bo vegera kehrebeyê ji taxa El-Mişlib û kolana sereke ya ku ji Deriyê Bexda destpê dike heya dawiya taxa El-Mişlib û ji çarxeriya El-Saa li navenda bajêr heya kolana Hîşam Bin Ebdulmelêk ji aliyê başûrê bajêr ve, me dest bi projeya xwe kir."

Ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê ve û avakirina Şaredariya Gel a Reqayê, şaredarî ruxmî derfetên kêm hewl dide xebatên xizmetguzariyê pêşkêş bike û binesaziyê bajêr sererast bike.

(şx)

ANHA