Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li bajarê Minbicê bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê bi coş bi dawî bû
20 adar, 2019   15:03

MINBIC

Bi beşdarbûna bi hezaran şêniyên bajar û gundewarên Minbicê pîrozbahiya Newrozê vê sibehê li meydana Stada Beledî ya navenda bajarê Minbicê bi dirûşma "Bi rihê Newrozê em ê tecrîdê bişikînin û Efrînê rizgar bikin"dest pê kiribû.

Pîrozbahî bi vêxistina agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin û berhemên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin.

Koma kevneşopî ya ji Reqayê hatibû stran gotin, her wiha Koma Çerkes a dîlanan jî berhmenên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Şehîd Yekta ya herêma Firatê şanoyeke bi navê "Ji welatê Azad re erê" pêşkêş kir.

Piştre, Koma Hesen Boraz a stranên filklorî yên Kurdî, Koma Şano ya Minbicê şanoya "Em radest nabin" ku desteka Kawayê Hesinkar parve dike, pêşkêş kirin.

Pîzobahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranan Koma Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê bi dawî bû.

(bb)

ANHA