Şervanên birîndar: Newroz roja azadiyê ye

Şervanên birîndar ên ku tevlî pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Minbicê bûne, Newroz li tevahiya şervanan pîroz kirin û gotin: "Newroz roja azadiyê û xilasiya ji zulm û zordariyê ye."

Şervanên birîndar: Newroz roja azadiyê ye
Şervanên birîndar: Newroz roja azadiyê ye
Şervanên birîndar: Newroz roja azadiyê ye
Şervanên birîndar: Newroz roja azadiyê ye
20 adar, 2019   15:35

MINBIC

Bi dirûşmeya `Bi giyana Newrozê em ê tecrîdê bişkînin û Efrînê rizgar bikin`, îro li bajarê Minbicê şahiya Newroza 2019`an li dar ket.  Hemû pêkhateyên herêmê, şervanên birîndar ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevlî şahiyê bûn.

Şervanên birîndar ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê nêrînên xwe bi ajansa me re pave kirin. Şervana kêfxweşiya xwe bi hatina Newrozê reva kirin û Newroz li hevalên xwe yên li eniyan pîroz kirin.

Şervanê bi navê Hemze El-Qube got: "Ez Newrozê li gelê xwe û hemû hevalan pîroz dikim. Newroz; azadî ye û roja nû ye. Em serkeftinên wan li dijî DAIŞ`ê pîroz dikin."

Ji aliyê xwe ve şervanê bi navê Şengalî Tirkmanî, Newroz li şêniyên Minbicê pîroz kir û got: "Em li benda ragihandina serkeftinê li ser DAIŞ`ê li Dêrazorê ne, da ku Newroza 2019`an bibe roja azadiyê û xilasiya ji terorê."

Her wiha şervanê bi navê Îmad Mistefa destnîşan kir ku Newroz roja azadî û xilasiya ji zulmê ye. Li Minbicê êdî bûye roja biratiya gelan û jiyana hevbeş. Îmad Newroz li tevahiya pêkhateyên Minbicê  û şervanên li eniyên şer pîroz kir.

(şx)

ANHA