Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata şervana YPJ`ê Avrîn Amanos re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hat xwestin
20 adar, 2019   12:04

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Avrîn Amanos (Eliya Erneb) ku 8`ê Adarê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, li bajarê Qamişlo şehîd bû û sersaxî ji malbata wê re xwest. Konê sersaxiyê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de wêneyên şehîdên YPJ/YPG`ê, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed û ji rêveberên Meclisa kantona Şehbayê Îsmaîl Mûsa, yek ji rêveberên Meclisa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen, ji rêveberên Meclisa Herêma Efrînê Silêman Cafer û dayika şehîd Avrîn Amanos Leyla Erneb axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Avrîn Amanos re hate xwestin û îşaret bi rola şehîdan di parastina destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de hate kirin.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku wekî ku çawa şehîdan soza xwe pêk anî, divê gel jî ji bo wefedariya bi şehîdan re û Ocalan re her tim şopdarên rêya wan be û armancên wan pêk bîne.

Her wiha hat destnîşankirin ku wekî ku çawa Kawayê Hesinkar agirê azadiyê pê xist û li dijî dîktatoriyê serî hilda û wiha hate gotin: "Em ê jî agirê xwe pêxin û faşîzma Tirkiyê tune bikin. Ev soza ku me daye û em tu carî jê venagerin. Her ku berdêla wê çi be jî em ê Efrînê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin, em ê bi ser bikevin û li warê xwe vegerin."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama KPC-Demokratîk Şêrîn Hemo ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(bx)

ANHA