Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin

Serlêdana cara 799'an a parêzerên Ocalan nehate qebûlkirin.

Serlêdana parêzerên Ocalan dîsa hat redkirin
20 adar, 2019   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç û Raziye Tûrgût ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, doh cara 799'an serlêdan kiribûn. Serdozgeriya Komarêya Bûrsayê careke din serlêdana ji bo dîtina Ocalan red kir.