Pira Şebher a Tebqayê tê sererastkirin

Şaredariya Gel a El-Curniyê ya bakurê rojavayê bajarê Tebqayê pira gundê Şebher sererast dike da ku astengiyên şêniyan sivik bike ku bûye sedema gelek qezayên trafîkê û tevliheviya derbasbûna erebeyên mezin di ser pirê re.

Pira Şebher a Tebqayê tê sererastkirin
20 adar, 2019   11:47

TEBQA

Komîteya Şaredariya Gel a bajarokê El-Curniyê ji çend rojan ve dest bi sereratkirina pira gundê Şehber ê girêdayî bajarokê El-Curniyê yê bakurê rojavayê bajarê Tebqayê kiriye.

Ji bo sererastkirina pirê, destpêkê çend boriyên çîmentoyê hatin danîn û piştre pir bi çîmentoyê hate lêkirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a El-Curniyê Hemed Ehmed wiha got: "Ew hewl didin hemû xizmetê ji bo gel bikin, tevî derfetên kêm jî."

Piraniya pirên bajarê Tebqa û gundewarên wê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hatin rûxandin. Şaredariya herêmê bi hemû derfetên heyî ji nû ve van piran, rêyên sereke û yên şaxî sererast dike.

ANHA