Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene

Li herêma Firatê amadekariyên pîrozbahiya Cejna Newrozê tê kirin. Li gorî komîteya amadekar komên hunerî amadekariyên xwe bi dawî kirine û li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê ji bo parastinê tedbîr girtine.

Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
Kobanê û Girê Spî ji bo Newrozê amadene
20 adar, 2019   09:00

KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê bi coşa serkeftina li dijî DAIŞ'ê amadekariyên Cejna Newrozê dikin. Komên hunerî ji bo pîrozbahiyê amade ne û li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê ev du rojin  tedbîrên parastinê giririn.

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya îsal bi dirûşma ‘Bi rihê Newrozê em ê têkoşînê mezin bikin, tecrîdê bişkînin û Efrîn rizgar bikin’ dê were lidarxistin. Gelê Kobanê jî amadekariyên Newrozê ku dê li ser girê Meştenûrê pîroz bikin, dikin.

Endamê Komîteya Amadekar Xalid Cerade bi navê komîteyê xelkên herêmên Reqa, Minbic, Tebqa û Eyn Îsayê vexwend pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21'ê Adarê de li Kobanê were lidarxistin.

Li aliyekî din jî qadên giştî û rêyên sereke yên bajêr bi al û pankartan hatine xemilandin. Komîteya Amedekar dika şahiyê hazir kiriye.

Komên hunerî

Komên şanoyê yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê amade kirine û şanoyên bi mijarên cuda girêdayî rewşa heyî û berxwedanê çêkirine.

Her wiha koma Gulav a stranan, Koma Şehîd Sînan a dîlanan, Koma Laleş a stranan, koman Ciwanên Botanê ya stranan jî berhem amade kirine.

Hêzên Asayîşê di nava liv û tevgerê de ne

Li aliyekî din jî Fermandariya Hêzên Asayîşê ya Kantona Kobanê beriya Cejnê ji bo parastinê xwe amede kirine. Di vê çarçoveyê de endamên xwe li deriyê ketin û derketina bajar û nêzî bendên kontrolê belav kirine.

Rêvebera Hêzên Asayîşê Zozan Mihemed jî bang li şêniyan kirin ku bi hêzên wan re bibin alîkar û ji bo rewşên bi guman hêzên wan agahdar bikin.

GIRÊ SPÎ

Li kantona Girê Spî ya herêma Firatê komîteya amadekar amadekariyên Cejna Newrozê bi dawî kirine ku dê 24 mehê were lidarxistin.

Li gorî komîteyê hemû pêkhateyên kantonê (Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen) dê beşdarî pîrozbahiyê bibin.

Her wiha komên hunerî ji hemû pêkhateyan dê bi berhemên xwe beşdarî Cejnê bibin wekî "Komên dîlanan a pêkhateyê Tirkmen, Ereb û Kurd, komên stranan ên Kurd û Ereb, komên şano."

Endamê Komîteya Amadekar Mihemed Îsmaîl diyar kir ku pîrozbahiya îsal a Newroz dê çand û hunera hemû pêkhateyên herêmê derxîne, her pêkhateyek dê bi çanda xwe behremên xwe pêşkêş bike.

Li aliyekî din jî Hêzên Asayîşê tedbîrên parastinê girtine.

(şx)

ANHA