Pêngava “Her kesek darek e” dest pê kir

Partiya Kesk bi armanca başkirina rewşa xwezaya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêma Firatê bi dirûşma "Her kesek darek e" dest bi pêngava çandina daran kir. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan piştgiriyê didin pêngavê.

Pêngava “Her kesek darek e” dest pê kir
20 adar, 2019   07:43

KOBANÊ

Partiya Kesk a Kurdistanê bi dirûşma "Her kesek darek e" duh li Kobanê ya herêma Firatê dest bi pêngava çandina daran kir.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê jî destekê dide vê pêngavê. Bi vê armancê heta niha 3 hezar şitilên daran li giştî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê hatine belavkirin.

Di çarçova pêngavê de îro jî bi dehan rêveber û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û endamên Partiya Kesk li Goristana Şehîd Dîcle ya Kantona Kobanê 60 dar çandin.

Endama Partiya Kesk Reşa Ebas der barê pêngavê de axivî û wiha got: "Êrîşên li ser Rojava gelek bandor li ser xwezaya Rojava jî kir û xwezaya me gelekî texrîb bû. Ji ber ku jiyan, mirov û xweza girêdayî hev in, armanca me ji vê pêngavê jî ew e ku gel zêdetir xwedî li xwezaya xwe derkeve û wê biparêze."

Reşa Ebas bi bîr xist ku di çarçova pêngavê de dê li Eyn îsa û Girê Spî jî daran biçînin û welatê xwe bi daran bixemilînin.

Hêjayê gotinê ye ku Partiya Kesk di sala 2013`an de hatiye damezirandin û armanca wê ew e ku hezkirin û parastina xwezayê, her wiha çandina daran di nava civakê de bi pêş bixe.

(hk-şm)

ANHA