Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakgerên Hewlêrê kir

Şandeyek ji Meclîsa jinan a Bakur û Rojhilatê Suriyê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê yên li Hewlêrê û Nasir Yagiz serdana Nûnertiya HDP’ê kir.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana çalakgerên Hewlêrê kir
19 adar, 2019   15:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Surîyê bi armanca piştgirîdayîna çalakgerên greva birçîbûnê û Nasir Yagiz ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne bikin, li Hewlêrê serdana Nûnertiya HDP’ê kirin.

Endama şandeya jinan û berpirsa karên jinan a Reqayê Meryem Îbrahîm diyar kir ku ji bo piştgirî bidin çalakgerên greva birçîbûnê yên HDP’ê serdana Başûrê Kurdistanê kirine û got, “Ji bo çalakiya wan serbikeve em dixwazin hevkariyeke baştir li gel çalakgeran bikin.”