Serokê Kazakistanê istîfa kir

Li gorî ajansa Novostî ya Rûsî  serokê Kazexistanê Nûr Sultan Nîzarbayfê îro ji serokatiyê istîfa kir û erkên serokatiyê radestî serokê perlemanê Qamsim Zomart Tokayêf kir. Heya ku hilbijartin werin kirin dê serokek bê hilbijartin.

Serokê Kazakistanê istîfa kir
19 adar, 2019   15:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Novostî ya Rûsî  serokê Kazexistanê Nûr Sultan Nîzarbayfê îro ji serokatiyê istîfa kir û erkên serokatiyê radestî serokê perlemanê Qamsim Zomart Tokayêf kir. Heya ku hilbijartin werin kirin dê serokek bê hilbijartin. Nîzarbayfê beşdarî yek ji kanalên telefizyonê yên fermî bû û got: "Heya ku hilbijartinên serokatiya pêk werin min ji serokartiyê isîfa kir û ji vir û şûn ve serokê parlamenê Qasim Zomart Tokayêf heya hilbiratinan wê erkên serokatiyê bîne cih."

Nûr Sultan Nîzarbayêf wiha domand: "Ez ê wek serokê meclisa ewlehiyê û endamê partiya Nûr Otman û endamê komîteya destûrî karê xwe bidomînim.”

(şx)

ANHA