Komeke ku destê wan di teqîna Minbicê de hebû, hat girtin

Wezareta Parastinê ya DYA’yê diyar kir ku QSD`ê kesên ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re heye û destê wan di kuştina leşkerên DYA’yê li Minbicê de heye, girtin.

Komeke ku destê wan di teqîna Minbicê de hebû, hat girtin
19 adar, 2019   14:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji berpirsên Wezarata Parastinê ya Amerîkayê ji kanala Fox News a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re re diyar kir ku hindek çeteyên DAIŞ`ê ku destê wan di kuştina 4 leşkerên Amerîkayê de heye ku di meha Çileyê de li Sûriyê hatine kuştin, di çalakiyeke taybet a QSD`ê de îro hatine girtin.

Kanala CNN jî destnîşan kir ku QSD`ê 5 kesên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê di encama çalakiyeke taybet de girtin.

Berpirsê Wezareta Parastinê ya DYA’yê teqez kir ku koma ku hatiye girtin, destê wan di teqîna ku di meha Çileyê de li bajarê Minbicê pêk hat de û di encama wê de 4 leşkerên DYA’yê jiyana xwe ji dest da, hene.

Di encama teqîna 16`ê Çileyê de çend kes ji Sûriyê û 4 leşkerên Amerîkayê şehîd bûn.