Ji bo xwendekaran çalakiyên lîstokan bi boneya Newrozê

Îro rêzeçalakiyên lîstokê ji bo xwendekarên kantona Qamişlo li navçeyê Tirbespiyê û bajarê Qamişlo bi boneya Newrozê li dar ketin. Pêşandanên wekî şano, stran û dîlanên folklorê hatin pêşkêşkirin.

19 adar, 2019   13:28

QAMIŞLO

Bi boneya Newrozê rêveberiya Dibistana Hesan a navçeya Tirbsepiyê şahî û pêşangeheke wêneyan û alavên çandî ji xwedekaran re li dar xistin. Her wiha Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şanoyek ji zarokên Dibistana Salêh Ebdî ya bajarê Qamişlo re bi navê "Newroz" organîze kir.

TIRBESPIYÊ

Rêveberiya Dibistana Hesan a naçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê şahiyek bi boneya Newrozê ji xwedekarên dibistanê re li dar xist. Ji wê jî zêdetir pêşanegek wêneyan û alavên çandî jî pêşkêş kir. Dûre xwendekaran agirdanka Newrozê pê xist.

Di şahiyê de xwendekarên Dibistana Hesan gelek pêşandan wekî muzîk, dîlanên folklorîk û şanoya komkujiya Helebçeyê ya bi destê rejîma Baasê ya Iraqê pêk hatiye û stranên der barê Newrozê de pêşkêş kirin. Piştre deriyê pêşangehê ku tê de wêne û karên destan ên xwendekaran û amûrên çandî yên pêkhateyên naçeya Tirbespiyê hatin pêşandan, vekir.

Dê pêşangeh heta saetên êvarê bidome.

QAMIŞLO

Bi armanca kêfxweşkirina xwendekaran bi boneya Newrozê û bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê koma şanoyê, şanoyek ji xwendekaran re bi navê "Newrozê" li Dibistana Salêh Ebdî ya bajarê Qamişlo li dar xist. Di şanoyê de bi sedan xwendekarên dibistanê, mamoste, rewşenbîr û malbatên xwendekaran amade bûn.

Şano der barê girîngiya Newrozê ya gelên bindest de bû.

(fr)

ANHA