Buroya Parastinê  bersiv da wezîrê parastinê yê Sûriyê

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku ew bi çareseriya siyasî û aştiyane ve girêdayî ne. Her wiha teqez kir ku ew ê destkeftiyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxstin, biparêzin.

Buroya Parastinê  bersiv da wezîrê parastinê yê Sûriyê
19 adar, 2019   09:52

GIRÊ SPÎ

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bersiva wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Eyûb der barê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên li dijî wan de da.

Buroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, wezîrê parastinê yê Sûriyê roja duşemê der barê QSD`ê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya wê de diyar dibe ku çi qas ew sazî ji berjewendiyên niştîmanî yên Sûriyê dûr e. Her wiha berdewamkirina siyaseta binpêkirinê ku Sûriye gihand vê rewşê, diyar dibe. Bikaranîna zimanê gefan li dijî QSD`ê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kir û ji hêzên terorîst parast, xizmeta hêzên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin, dike.” 

Buroyê teqez kir ku Rêveberiya Xweser hewl da alîkariya xebatên ji bo diyalogan bi Şamê re bike û heta niha jî bi diyalogên ku hemû dozan çareser bike re ye û wiha anî ziman: "Helwesta ku roja duşemê derket, teqez dike ku hikumeta Sûriyê ji bo siyaseta binpêkirin, tundî û reva ji çareseriyên aştiyane û demokratîk, bi israr e."

Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku daxuyaniyên wezîrê parastinê yê Sûriyê teqez dike ku rejîm her bi israr e ku xwe di aliyê leşkerî û ewlehî de îsbat bike, berovajî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dixwaze.

Di dawiyê de Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir ku bila hemû alî zanibin ku ew pêşniyara çareseriya siyasî dixwazin û heta dawiyê dê parastina maf û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, bikin.

(bx)

ANHA