Pederson: Divê Sûriye gavên siyasî biavêje

Nûnerê navnetewî yê Sûriyê Geir Pederson îro li Şame bi wezîrê karê derve yê Sûriyê Welîd Mulim re civiya. Pederson ji Şamê xwest ku hinek gavan biavêje.

Pederson: Divê Sûriye gavên siyasî biavêje
17 adar, 2019   14:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana ya girêdayî Rêjîma Sûriyê da zanîn ku wezîrê karê derve yê Rejîmê Welîd Mulim îro pêşwaziya nûnerê navneteweyî yê Sûriyê Geir Pederson û şandeya bi wî re kir.

Ajansê wiha nivîsî: “Di hevdîtinê de, gelek mijarên girêdayî çalakiyên siyasî di nav de komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyê hatin vegotin."

Ajansê diyar kir ku  Pederson hinek gavên alîkariya pêşketinên siyasî bêne avêtin û divê serkêşiya wê Sûriye bike. Pederson got Netewên Yekbûyî bi yekbûna axa Sûriyê re ye.  

Pedersen beriya niha gotibû ku QSD li Sûriyê hêzek giring e û divê werin vexwendina ser maseya danûstandinan.

(jo)