Li Tebqayê peyamên piştgiriya Berxwedana Serdemê

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê, Rêveberiya Jinan a Tebqayê peyam belav kirin ku tê de balê dikişînin ser berxwedana jinên Efrînî ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan û 58 rojan dewam kir.

Li Tebqayê peyamên piştgiriya Berxwedana Serdemê
17 adar, 2019   12:20

TEBQA

Bi boneya derbasbûna salekê di ser dagirkeriya Efrînê re ku bi hezaran sivîl hembêz dikirin,  li ser destê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hat dagirkirin, Rêveberiya Jinan a Tebqayê peyam li şênî û saziyên sivîl ên li bajêr belav kirin.

Bi dehan endamên Rêveberiya Jinan beşdarî belavkirina peyaman bûn. Di peyaman de rewşa berxwedana jinan a li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komkujiyên li bajêr pêk anîne, her wiha berxwedana gel a li dijî êrîşên ku tevahiya herêman dikirin hedef, hat diyarkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku sibe salvegera yekemîn a dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê re ye ku YPG, YPJ û şêniyên Efrînê li ber xwe da û radestbûn nedipejirand. Lê tê zanîn ku berxwedan di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de didome.

ANHA