Artêşa Îsraîlê 10 filistînî binçav kirin

Serê vê sibehê artêşa Îsraîlê 10 filistînî di hemleya ewlehiyê de girtin. Ew hemle li herêmên cuda yên El-Difa El-Xerbiyê pêk hat. Her wiha Meclisa Ewlehiyê ya Îsraîlê plana dagirkirina Xezayê erê kir.

Artêşa Îsraîlê 10 filistînî binçav kirin
17 adar, 2019   09:01

XEZA

Çavkaniyên Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê bi ser malên li Filistînê de girtiye, tevlihev û wêran kirine. Her wiha 10 filistînî destgîr kirine. Li aliyekî din jî çapemeniya Îsraîlê raber kir ku artêşê kesên gumanbar ên di çalakiyên li dijî artêşê de derketine, binçav kirine.

Li hêleke din jî malpera "Wala" ya Îsraîlê bi bîr xist ku artêşê ji Meclisa Ewlehiyê re plana ji nû ve dagirkirina Xezayê pêşkêş kiriye û meclisê jî ew plan erê kiriye.

Malperê diyar kir ku plan di dema desthilata serokê artêşa Îsraîlê yê berê Gadî Ayznkot de binpê bûye û serokê niha Avîv Kochavî plan erê kiriye.

Li gorî malperê diyar kiriye, serokê giştî yê nû yê artêşê di pêkanînên şerê li Xezayê de lez dike û got tevgera Hemas amade ye ku bi Îsraîlê re bikeve nava agirbestê da ku pirsgirêkên aborî yên li Xezayê rû didin, çareser bibin. Lê ji hemû senaryoyan re jî, wekî şer, amade ye.

Malpera El-Ibrî li ser zimanê fermandarên payebilind ên sîstema ewlehiyê ya Îsraîlê ragihand ku Hemas dibe ku fitîlekî li herêmê pêxe û ber bi beramberiyeke mezin ve bibe, dema ku diyalogên agirbestê têk biçin.

Malpera El-Ibrî eşkere kir ku serokê desthilata Filistînê Mehmûd Ebas hêvî dike ku Hemas piştî şer an jî piştî fişara hundirîn “xwe li ser çongan bibine” û dê bi xwe re jî Xezayê bêyî şertekî radestî desthilata Filistînê bike. Ji bo plana şerê Xezayê, malperê ragihand ku dê Hemas zirarek mezin bibîne.

Malperê îşaret pê kir ku artêşa Îsraîlê diyar kir heke diyalog hilweşî û plana şer pêk hat, ji bo rewşa siyasî ya ku dê li ser keviyê be, xwe amade kiriye. Dê kiryarên siyasî û leşkerî yên girîng  ji bo demeke dirêj der barê gefên li ser welatiyên Îsraîlê li Xezayê de tên xwarin, bên meşandin.

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîl û tevgera Hemas diyalogên agirbesta demdirêj nîqaş dikin. Ta niha zelal nebûye ka ev diyalog bi ser ketine û dê pêk bên an na.

(fr)