Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê nasnameya 21 şehîdên YPG û YPJ`ê yên ku di pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kir. Her wiha bi merasîmekê şêniyan cenazeyên du şehîdên YPG`ê yên di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn oxir kirin.

Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
Li Şehbayê 2 şehîd hatin oxirkirin, nasnameya 21 şehîdan jî hate eşkerekirin
10 adar, 2019   15:12

ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê tev li merasîma eşkerekirina nasnameya 21 şervanên YPG û YPJ`ê û oxirkirina cenazeyên du şervanan bûn.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li ber nexweşxaneya Avrîn li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyênher du şervanên YPG`ê Hesen Hemdo (Izet Şera) û Mihemed Ibrahîm(Botan) ên ku di 5`ê Adarê de di pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê şehîd bûne, wergirtin.

Kerwanê oxirkirina şehîdan di nav navçeya Fafîn û navçeya Ehdasê de geriya heya ku gihaşt gundê Meratê.  

Li gund merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed, endama Meclisa Kantona Şehbayê Fatme Cemo, hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Şîraz Hemo û endama koordînasyona Kongreya Star Esmehan Hesen ve hatin kirin.

Axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê dan. Her wiha destnîşan kirin ku fedakariyên ciwanên herêmê vegera Efrînê û jiyana bi rûmet misoger dike.

Di nav axaftinan de hate destnîşankirin ku şehîdan ji bo gel, welat û azadiyê canê xwe feda kirine. Bi saya şehîdan gel bi vînek xurt li ber xwe dide.

Piştre endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Dîcle Weqas û Ronî Hemo wesîqetên şehadeta 21 şehîdan û her du şehîd Izet Şera û Botan xwendin û radestî malbatê wan kirin.

Navên şehîdan ên 21 wiha ne: Avrêl bi rastnav Zozan Ebdo, Baran Cindirêsê bi rastnav Receb Reşîd, Piling Şêrawa bi rastnas Receb Nebo, Can Polat Şêrawa bi rastnav Mihemed Oso, Cûdî Sêvan bi rastnav Elî Mistefa, Xemgîn Amed bi rastnav Selîm Xelîl, Dilmir Efrîn bi rastnav Dilgeş Koto, Rojhat Canda bi rastnav Mihemed Mistefa, Zekeriya Zerdeşt bi rasnav Rûdî Xelîl, Serdar Gefer bi rastnav Ebdo Horo, Serhad Efrîn bi rastnav Mihemed Kirîş, Şiyar bi rastnav Menan Hiso, Savaş Enedanî bi rastnav Edhem Abdullah, Egîd Efrîn bi rastnav Gulîn Ismaîl, Egîd Efrîn bi rastnav Henîf Necar, Firat Efrîn bi rastnav Hesen Bekir, Ferhad Efrîn bi rastnav Nasir Nasir, Kendal bi rastnav Xelîl Nasan, Gîvara bi rastnav Ibrahîm Meimo, Murad Efrîn bi rastnav Xelîl Reşo û Hawar bi rastnav Xelîl Mihemed.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan Izet Şera û Botan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehrezê ya Kantona Şehbayê veşartin

(şx)

ANHA