Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin

Li navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê navendeke Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin.

Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
Li navçeya Sirînê akademiyek hate vekirin
10 adar, 2019   14:55

KOBANÊ

Li navçeya Sirînê ya girêdayî  kantona Kobanê yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk bi navê  Şehîd Masîro hate vekirin.

Şêniyên Sirînê, endamên saziyên civaka sivîl a navçeya Sirîn, endamên buroya têkiliyan a QSD û seroka buroya jin a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Omer û nûnarên Meclisa Jinên Sûriyê ya herêma Firatê tevlî merasîma vekirina akademî bûn.

Hevserokê Navenda Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Şervan Mislim axivî û vekirina navenda akademî li gel pîroz kir.

Endama PYD`ê Sebah Mustefa û endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirîn Emel Mustefa axivîn û gotin:"Em vê akademeyê li her kesî û bi taybet li malbata şehîd Masîro pîroz dikin. Ji ber pêwîstiya navendeke ideolojî ev akademî hate vekirin.”

Hevserokê meclisa navçeya Sirînê Silêman Hec Mehmûd spasiya rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê ji ber ku ev navend li vir vekirin.

Piştî axaftinan navend ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.

Ismaîl Elî Misto (Masîro) yekemîn şervanê YPG`ê yê ji navçeya Sirînê sala 2014`an li Serêkaniyê şehîd bûbû.

(de-hk)

ANHA