Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin

Komîteya Lihevanîn û Edaletê ya Meclisa Serêkaniyê û MSD`ê pirsgirêka du malbatan ku ev 14  sal e ji ber doza tolhildanê nakokî di navbera wan de derketibû, çareser kir.

Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
Piştî 14 salan li Serêkaniyê du malbat li hev hatin
10 adar, 2019   14:08

HESEKÊ

Beriya niha bi 14 salan, kesek ji malbata Beko Xelîl a ji eşîra El-Foqiyan, kesekî ji malbata Welîd Şêxo yê ji eşîra Şêxo kuşt. Paşê, kesekî ji malbata Welîd Şêxo kesek ji eşîra El-Foqiyan kuşt. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Komîteya Lihevanîn û Edaleta Civakî ya Meclisa bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê û MSD`ê pirsgirêka di navbera her du malbatan de çareser kir û ew li hev anîn.

Îro li Navenda Gumrikê ya Serêkaniyê merasîma lihevanîna her du malbatan pêk hat.

MSD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Kantona Hesekê û ya Serêkaniyê, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên herêmê, nûnerên TEV-DEM, Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD`ê û her du malbat tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, Mihemed El-Qadirî bi navê Buroya Oldaran a Herêma Cizîrê, rêveberê Komîteya Lihevanîn û Edaleta Civakî ya Serêkaniyê Eytan Derwîş, endamê buroya QSD`ê Hemed El-Şehade, endamê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Cizîrê Nûredîn Şakir û endama Koordînasyona TEV-DEM`ê Medya Mihemed axivîn.

Di axaftinan de rola her du malbatan di çareserkirina pirsgirêkê de û israra rêgeza biratî û hezkirinê di navbera wan de, hate gotin. Her wiha lihevanîn hate pîrozkirin û hate hêvîkirin ku ev bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkan.

Piştre, nameya Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Başûrê Kurdistanê û Hevserokatiya Meclisa Serêkaniyê hate xwendin û di nameyan de lihevanîn hate pîrozkirin.

Piştre her du malbat li hev hatin û pirsgirêk hate çareserkirin.

(kc)

ANHA