Yek ji şervanên dîl ên rizgarkirî gihaşt malbata xwe

Şervanekî Hêzên Disîpilîna Leşkerî ku di Cotmeha 2018`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî kampa Hecînê kir dîl girtibû, piştî operasyona QSD`ê li gundê Baxozê,hate rizgarkirin. Şervanê QSD’ê Yasir Fehîm El-Tebxan îro gihaşt malbata xwe.

Yek ji şervanên dîl ên rizgarkirî gihaşt malbata xwe
10 adar, 2019   14:06

DÊRAZOR

Piştî operasyona yekîneyên taybet ên girêdayî QSD`ê, gelek şervan û sivîlên li gel çeteyên DAIŞ`ê hatibûn girtin, hatin rizgarkirin.

Der barê mijarê de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şervanê bi navê Yasir Fehîm El-Tebxan ji hêzên Dispilîna Leşkerî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di Cotmeha 2018`an li kampa Holê dema ku li ser erka xwe bû, hatibû dîlgirtin, hate rizgarkirin.

Bi beşdarbûna nûnerên eşîrên Ereb ên herêmê, El-Tebxan gihaşt malbata xwe ya li gundê Maşix li gundên Dêrazorê. Malbata El-Tebxan kêfxweşiya xwe vegerîna kurê xwe anî ziman û spasiya QSD`ê kir ku ji bo azadiya gelan tê dikoşe.

QSD`ê operasyonên leşkerî yên li Baxozê ji bo têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.

(jo)

ANHA