Li Efrînê teqîn: Leşkerekî Tirk hat kuştin û 2 çete birîndar bûn

Îro li ser rêya gundê Tirindê yê girêdayî navenda Efrînê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan, leşkerekî Tirk hat kuştin û 2 çete birîndar bûne.

Li Efrînê teqîn: Leşkerekî Tirk hat kuştin û 2 çete birîndar bûn
7 adar, 2019   10:54

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bidest xist, îro di saetên sibê de li benda kontrolê ya ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser disekinin a gundê Tirindê, teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin û du çeteyên Firqet Hemzat jî birîndar bûn.

Heta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe û nehatiye diyarkirin ku teqîn çawa pêk hatiye.

(bx/bm)

ANHA