Li Misrê 7 terorîst hatin kuştin û serbazek birîndar bû

Wezareta Hundirîn a Misrê ragihand ku di encama gulebarana di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar de li El-Cîze, 7 terorîst hatin kuştin û serbazekî misrî birîndar bû.

Li Misrê 7 terorîst hatin kuştin û serbazek birîndar bû
7 adar, 2019   11:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televîzyona Misrê, li ser çerxerêya parêzgeha El-Cîze ya rojavayê paytexta Misrê Qahîreyê, îro di navbera hêzên ewlehiyê yên Misrê û komeke çekdar de pevçûnekê rû da.

Wezareta Hundirîn a Misrê diyar kir ku di encama gulebaranê de 7 terorîstên komeke çekdar hatin kuştin. Têkildarî bûyerê, çavkaniyan ragihand ku serbazekî hêzên ewlehiya hundirîn bi guleyê birîndar bûye.

Ji dema rakirina serokê berê Mihemed Mursî ve di 2013’an de, pevçûnên dijwar di navbera hêzên ewlehiya hundirîn û komên çekdar de li welat zêde bûn. Nemaze li bakur û naverasta Sînayê ji her du aliyan heta niha bi sedan kes hatine kuştin.

(fr)