Ji Tirkiyê gefeke nû: Şam û Heleb ên me bûn!

Berpirsên dewleta Tirk careke din daxwazên dagirkirina xaka Sûriyê eşkere kirin. Wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê got Şam û Heleb ên Tirkiyê bûn.

Ji Tirkiyê gefeke nû: Şam û Heleb ên me bûn!
7 adar, 2019   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniyekê de eşkere kir ku çavê Tirkiyê hîna li dagirkirina axa Sûriyê ye. Soylu ji alîgirên AKP`ê re axivî û îdia kir ku gelê Sûriyê û Tirk ji heman neteweyê ne û beriya 400 salan di bin siya alekê de dijiyan.

Soylu wiha got: "Şam a me bû, Heleb jî ya bû, her du bajar di nav sînorên neteweya me de bûn."

Çavdêr dibêjin serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hewl dide bi rêya dirûşmeya mîrasa Osmaniyan desthilatdariya xwe li herêmê berfireh bike, wî ji bo vê armancê piştgiriya komên terorîst kir, di serî de piştgiriya rêxistina Îxwan El-Mislimîn û DAIŞ`ê kir, niha jî piştgiriya Cebhet El-Nusra dike.

Di gelek raporan de hate eşkerekirin ku Tirkiye di şerê li Sûriyê de bi rêya piştgiriya El-Qaîde, DAIŞ û komên din, şer gurtir kir. Tirkiyê hebûna DAIŞ`ê ji xwe re kir hincet da ku xaka Bakurê Sûriyê dagir bike, hêzên xwe li ser sînor bi cih kirine û heta niha jî hêzên xwe li wir hiştine..

Meha derbasbûyî, Erdogan der barê "herêma ewle" de ku DYA`yê pêşniyara avakirina wê kiribû, daxuyaniyek da û got dê ev herêm di bin desthilatdariya Tirkiyê de be.

Li gorî çavdêran ev daxwazên Erdogan ên herêma ewle, armancên wê ew e ku herêmên Bakurê Sûriyê dagir bike.

 (jo)