Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêzeçalakiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
Bi boneya 8`ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin
7 adar, 2019   10:19

TEBQA

Jinên herêma Tebqayê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdariya bi sedan jinên herêma Tebqayê, endamên saziyên sivîl, QSD û YPJ`ê duh êvarê berê xwe da goristana şehîdan.

Li goristana şehîdan endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna Ebdulrezaq axivî û wiha got: "Li vê devera pîroz û li kêleka zarokên xwe yên şehîd, em mûmên dilsozî û biratiyê li ser gorên wan vêdixin."

Paşê endama Rêveberiya Jinan Sûad Oso axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir  û wiha got: “Şehîdên me ronahiya rêya me ne, em hemû li ser şopa Avesta, Arîn û Barînan in, ew bûne sembola fedakariyê."

Paşê mûm (find) li ser gorên şehîdan ji aliyê malbat û hevalên wan ve hatin vêxistin.

SERÊKANIYÊ

Vê sibê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Komîteya Wêjeyê ya li Rojava, diyarî li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên jin ku li ser bendên kontrolê bûn û şervanên YPJ`ê û birîndarên şer belav kirin.

Tê payîn ku piştî bidawîkirina belavkirina diyariyan, dê diyarî li endamên li ser bendên kontrolê yên Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Rimêlan û Dêrikê belav bikin.

ANHA