Xebatên nû yên Şaredariya Keramê

Şaredariya Gel a Keramê dixebite da ku çopa li derdora bajarok rake û bibe cihên nû yên diyarkirî. Di heman demê de şaredarî rêyan sererast dike.

Xebatên nû yên Şaredariya Keramê
Xebatên nû yên Şaredariya Keramê
Xebatên nû yên Şaredariya Keramê
Xebatên nû yên Şaredariya Keramê
7 adar, 2019   09:25

REQA

Şaredariya Gel a Keramê bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê zêdetirî 20 cihên çopê yên li derdora bajarok rakirin û birin cihên nû yên jê re hatine diyarkirin.

Li aliyekî din, şaredarî bi dirêjiya 7 km rêyên ku xirab bûne, sererast dike. Rê bi madeya çîmento tên sererastkirin. Piştî ku bên sererastkirin û boyaxkirin dê dar li derdorê bên çandin.

Serokê Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Keramê Omer El-Esaf wiha got: "Bi nêzîkbûna demsala biharê re em ê çopa li derdora bajarok paqij bikin û rêyên giştî sererast bikin.”

ANHA