Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ji baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe radest dikin. Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara firehkirina erka hêzên Amerîkayê li Rojhilatê Sûriyê erê kir. Her wiha rêxistina Wetenî ya Mucahidîn a Cezayirê ku ji hevalên berê yê serokê komarê pêk tê, destekê dide xwepêşandanan.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
7 adar, 2019   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa qonaxa dawîn a li dijî çeteyên DAIŞ`ê, hebûna Amerîkayê li Sûriyê, her wiha behsa xwepêşandanên Cezayirê û aloziya Yemenê kir.

El-Heyat: 6 hezar û 500 kes ji Baxozê derketin, di nav de bi sedan çeteyên DAIŞ`ê hene

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Sûriyê û şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de kir ku di baregeha dawîn li rojhilatê Firatê de pêk tê. Çavkaniyeke leşkerî ji QSD`ê ku destek ji Koalîsyona Navdewletî digire, teqez kir ku di çalakiyên taybet de 5 şervanên wan ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin, her wiha 11 zarokên êzidî ku ji Iraqê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin û biribûn Sûriyê, hatin rizgarkirin.

Berdevkê fermî yê QSD`ê got di nava 24 saetan de 6 hezar û 500 kes ji wan 400 çeteyên DAIŞ`ê ku biryara teslîmbûyînê hilbijartin û red kirin ku şer bikin, derketin. Fermandarê meydanî yê QSD`ê Ednan Efrîn îdiayên hesabên di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê red kirin. Her wiha destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê yên xwe radest dikin, têne kontrolkirin, paşê wan ber bi cihên taybet ve dibin. Her wiha sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ`ê piştî ku nasnameyên wan teqez dikin, wan ber bi kampa Holê ya Hesekê ve dibin. Çavkaniyeke leşkerî destnîşan kir ku zêdetirî 2 hezar kes bi rêya korîdorên ewle ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin vekirin, ji Baxozê derketin. Her wiha diyar kir ku wan çalakiyên xwe kêm kirin da ku rêya derketinê li pêşiya sivîlan vekin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku hejmara kesên ku ji destpêka şer ve li baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê ji Baxozê derktine, beriya 95 rojan nêzî 58 hezar kes ji wan zêdetirî 6 hezar çekdar in.

El-Şerq El-Ewset: Trump biryara firehkirina erka hêzên xwe li rojhilatê Sûriyê erê kir

Rojnameya El-Şerq El-Ewset behsa hebûna Amerîkayê li rojhilatê Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Nameyek ku ji aliyê endamên Kongreya Amerîkayê ve derket ku Washington erkeke nû da hêzên Amerîka û Ewropayê yên ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê dê li rojhilatê Sûriyê bimînin, zêde kir. Erka wan e ku nehêlin şer di navbera hevalbendên Washingtonê yên Kurd ji aliyekî ve û Enqere ji aliyekî din ve, dernekeve.

Çavkaniyên Amerîkayê got hevdîtina di navbera serokê Desteya Erkan a artêşa Amerîkayê Joseph Dunford û serokê Desteya Erkanê yê Rûsyayê Valery Gerasimov roja duşemê li  Viyanayê  tu lihevkirin li ser xwestekên Amerîkayê ji aliyê Rûsyayê ve pêk nehat. Rûsyayê jî soz da ku hêzên rejîma Sûriyê piştî ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bidawî bibe, êrîşî QSD`ê nekin.

El-Quds El-Erebî: Meclisa Ewlehiyê ku rejîma El-Esed bi çekên kîmyewî êrîşî Dûmayê kiriye, nîqaş dikin

Rojnameya El-Qudis El-Erebî behsa mijara kîmyasal li Sûriyê kir û wiha nivîsand: "Di nava pêşketinên meydanî û hiqûqî de der barê dosya Sûriyê de, Meclisa Ewlehiyê di civîna xwe ya girtî de rapora ku teqez dike ku rejîma Sûriyê di Nîsanê de bi çekên kîmyewî êrîşî Dûma (Xûta li rojhilatê Şamê) kiriye, nîqaş dike. Ev yek di daxuyaniya nûnera Brîtanyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Karen Pierce de hat.

Li gorî rapora rêxistinê ku gaza klorê di êrîşa Nîsana 2018`an li ser bajarê Dûmayê de hatiye bikaranîn. Karen Pierce got di raporê de hatiye gotin ku rejîma Sûriyê berpirsyara êrîşê ye û li gorî Karen Pierce got ev yek ne li gorî dilê aliyê Rûsyayê ye.

El-Ereb: Washington hişyarî da ku Îran hikumeta El-Herîrî bixe bin serweriya xwe

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Lubnanê de wiha nivîsand: "Cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê David Satterfield piştî serdana Beyrûtê, roja sêşemê li Emanê bi qralê Urdunê Abdullah ê duyemîn re civiya û hişyarî da gelê Lubnanê ku Hizbullah dest dayne ser hikumeta Lubnanê."   

El-Şerq El-Ewset: Hevalên Bûteflîqa tev li xwepêşandanan dibin

El-Şerq El-Ewset der barê rewşa Cezayîrê de wiha nivîsand: "Duh li Cezayirê pêşketinên bilez çêbûn. Piraniya wan piştgiriya tevgera gelêrî ya li dijî hilbijartina Abdulezîz Bûteflîqa ji hilbijartinên 18`ê Nîsanê re. Rêxistina Weteniya ya Mucahidîn ku ji hevalên berê yên serokê komarê pêk tê, destek da xwepêşandanên li paytexta welat û bajarên din. Rêxistinê di daxuyaniyeke xwe de got divê welatî derkevin xwepêşandanan û got ev yek ereka civaka Cezayîrê bi hemû aliyên xwe ye ku dakevin kolanan."

El-Ereb: Hikumeta Yemenê red dike ku danûstan berdewam bike

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Hikumeta Yemenê red dike ku nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths ku danûstandinên bê encam bike, madem ku NY nikare lihevkirina Siwêdê pêk bîne û li ser hêzên Hûsî ferz bike."

(bx)